Rêveberiya Gistî ya Kesnasiyê hisyariya tozbarînê ji bo 14 bajarên Bakurê Kurdistanê da
PeyamaKurd – Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyê bi daxuyaniyekê hişyariya tozbarînê ji bo 14 bajarên Bakurê Kurdistanê da.
Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir, wê li bajarên Diyarbekir, Semsûr, Merdîn, Sert, Bedlîs, Şirnex, Colemêrg, Wan, Mûş, Agirî, Îdir, Erzerom, Qers û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê pêleke tozbarînê destpê bike, herwiha parêzgehên Bartin, Sînop û Hatayê yên Tirkiyê jî bide ber xwe.
Herwiha li gorî pêşbîniya Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyê, sibe wê bandora tozê zêde bibe û li 9 bajarên Bakurê Kurdistanê wê toz bibare û mesafeya dîtinê dakeve 10 metreyan û hişyarî da ku wê bandoreke neyînî li ser tenduristiya xelkê bike.
Berpirsên Keşnasiyê destnîşan kirin ku tê payîn ev pêl sê rojan bidome.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin