Rêveberiya Kesnasiyê hisyariya lehiyê li Wan û Colemêrgê da

07 August 2021 16:30 0 dîtin
Rêveberiya Kesnasiyê hisyariya lehiyê li Wan û Colemêrgê da

PeyamaKurd – Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, ew pêşbînî dikin baraneke zêde li Wan û derdora wê û Colemêrgê bibare û hişyarî da welatiyan ku xwe ji karesatên weke lehî, brûsk û bayê bihêz biparêzin.

Li gorî rêveberiya keşnasiyê ku navenda wê li Wanê pêşbînî dike, li seranserî navçeyê ji saetên nîvro û şûn de dem bi dem baran bibare û brûsk vedin.

Herwiha Rêveberiya Keşnasiyê pêşbînî dike, ew baran li navenda parêzgeha Wanê û derdora wê û herwiha li bakurê parêzgeha Colemêrgê bi awayekî bihêz bibare û dibêje pileyên germê jî li navçeyê wê ji dema xwe ya asayî kêmtir bibin.

Rêveberiya Keşnasiyê derbarê barîna baranê li wan her du parêzgehên Bakurê Kurdistanê de hişyariyê dide welatiyan û eşkere dike, tê pêşbînîkirin ku li parêzgeha Wanê û derdora wê û bakurê parêzgeha Colemêrgê, baranek bihêz bibare. Lewra divê li hember lehiya ji nişkê ve, brûsk û bayê bihêz tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Roja 28ê Tîrmehê jî, li navçeya Elbakê a ser bi Wanê û li Geverê lehiyeke bihêz rabûbû û zerereke zêde gîhandibû xelkê wan navçeyan.