Rêveberiya Gistî ya Kesnasiyê hisyariya berf û baranê da

30 November 2022 11:02 0 dîtin
Rêveberiya Gistî ya Kesnasiyê hisyariya berf û baranê da

PeyamaKurd – Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Herêma Kurdistanê li ser rewşa hewaya îro li Herêma Kurdistanê hişyariya berf û baranê da.

Li gor Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Herêma Kurdistanê diyar kir, li navçeyên çiyayî yên Herêma Kurdistanê hewa wê ewrsayî be û baran bibare.

Herwiha Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye, li deverên çiyayî yên parêzgeha Duhokê û rêveberiya Soran û beşek ji deverên çiyayî yên Rapêrîn tê pêşbînîkirin ku rêjeya baranê bibare û car caran li serê çiyayên sînorî jî wê birûsk lê bide û berf bibare.