Rêveberiya Xweser qedexeya gistî ya Dêrazorê rakir

22 August 2024 19:05 0 dîtin
Rêveberiya Xweser qedexeya gistî ya Dêrazorê rakir

PeyamaKurd - Hevseroketiya Desteya Hundirîn a Dêrazorê ya girêdayî Rêveberiya Xweser, qedexedaya çûnûhatinê ya piştî şer û pevçûnên bi hêzên Sûriyê re ragihandibû rakir.

Rêveberiyê li ser mijara rakirina qedexeya giştî li ser herêmên navîn û rojhilat ên Dêrazorê biryarnameya bi hejmara 5an derxist.

Di biryarnameyê de hat gotin: “Li gorî pêşniyara aliyên têkildar û piştî erêkirina Meclîsa Rêveber a Kantona Dêrazorê ev hat eşkerekirin:

Xebitîna li gorî biryarnameya hejmara 3ˊyan a di 07.08.2024ˊan de derketiye betal dibe. Di wê biryarnameyê de qedexeya çûn û hatinê ya giştî li ser herêma navîn û rojhilat tê kirin û bi qedexeya beşî tê guhartin. Ev yek jî li gorî saetên diyar in; saet ji 6ˊê êvarê heta 6ˊê sibehê çûn û hatin qedexe ye. Her kesê vê yekê pêk neyne, tê cezakirin.

Xebitîna li gorî biryarnameya 4ˊan tê betalkirin. Di vê biryarnameyê de tevahî deriyên sivîl û bazirganiyên yên li kantona Dêrazorê hatibûn girtin. Li gorî biryarnameya 5ˊan ew derî tên vekirin.”