Rêveberiya Rojava qedexeya gistî rakir
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, qedexeya li ser civîn û kombûnên civakî ya ji bo koronayê hatibû ragihandin rakir.
Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser îro bi biryara hejmara 108 qedexeya li ser tevahiya civîn û çalakiyên civakî rakir, bi mercê ku rêkarên xweparastina ji koronayê pêk bînin.
Biryar bi daxuyaniya li ser navê Hevserokên Encûmena Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid û Ebid El Mihbaş hat ragihandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, biryar li ser pêşniyara Desteya Tenduristiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo berjewendiya giştî hatiye standin.
Li gorî biryarê, holên şahiyan, konên sersaxiyê, cihên îbadetê û hemû civîn, dikarin werin vekirin bi şertê ku tevahiya rêkarên taybet bi xweparêziya tenduristî û rêkarên taybet bi dûrketina civakî li tevahiya cihan pêk bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin