Qedexeya çûnûhatina gistî îro li Rojavayê Kurdistanê detpê dike

13 April 2021 12:00 0 dîtin
Qedexeya çûnûhatina gistî îro li Rojavayê Kurdistanê detpê dike

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser, qedexeya çûnûhatina giştî ya 10 rojan îro destpê dike.

Li gor Hevserokatiya Giştî ya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser pêr bi daxuyaniyekê diyar kiribû, ji ber metirsiya belavbûna zêde ya vîrûsa Koronayê û ji bo berjewendiya giştî, qedexeya giştî ya çûnûhatinê ji roja Sêşemê 13ê Nîsanê, heta roja 22ê Nîsanê tê ragihandin.

Li gor biryarên qedexeyê:

- Hemû deriyên sînorî yên Rêveberiya Xweser tên girtin, tenê ji bo haletên mirovî dê vekirî bin.

- Di dema qedexeyê de, dikanên xwarin û sewzeyan dê ji demjimêr 8ê sibê û heta 5ê êvarê vekirî bin.

- Rê ji bo cotkar û karkeran tê dayîn bi girtina rêkarên tendirustiyê biçin karên xwe.

- Nexweşxane, dermanxane, rêxistinên mirovî, rojnamevan, firne û benzînxane, derveyî biryara qedexeyê ne.

- Hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser di heyama qedexeyê de tên girtin, ji bilî saziyên taybet ên pêwîstî bi karê wan heye, dê di karê xwe de berdewam bin.

- Divê hemû welatî pabendî bikaranîna maskan û rêkarên tenduristiyê bibin.