Li Herêma Kurdistanê qedexeya gistî û karantîneya sînordarkirî tê nîqaskirin

26 July 2021 19:09 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê qedexeya gistî û karantîneya sînordarkirî tê nîqaskirin

PeyamaKurd - Li mijara zêdebûna pêketiyên koronayê û ragihandina qedexeya giştî wekîlê wezareta tenduristiya Kurdistanê, Dr. Rehêl Ferîdûn ragihand ku wan daxwaza karantîneya seranserî kiriye û ew dê sibe 27ê Tîrmehê mijarê di civîna komîteya rûbirûbûna Koronayê de gotûbêj bikin.

Dr. Ferûdîn ji Kurdistan24ê re gotiye, heger karantîneya giştî neyê ragihandin jî ew ê daxwaz bikin karantîneya sînordar bê ragihandin.

Berpirsê wezareta tenduristiyê Dr. Ferûdîn herwiha da zanîn, wan daxwaz kirine dewama karmendan were kêmkirin da ku qerebalixî çênebe û nebe sebeba belavbûna zêde ya Koronayê.