Li Rojavayê Kurdistanê bo 10 rojan qedexeya gistî û çûnûhatinê hat ragihandin
PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin deshilata Rêveberiya Xweser de, ji ber zêdebûna pêketinên koronayê gedexeya giştî û çûnûhatinê ya 10 rojan hat ragihandin.
Hevserokatiya Giştî ya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser îro 11ê Nîsanê bi daxuyaniyekê ragihand, ji ber metirsiya belavbûna zêde ya vîrûsa Koronayê û ji bo berjewendiya giştî, qedexeya giştî ya çûnûhatinê ji roja sibeha roja Sêşemê 13ê Nîsanê û heta roja 22ê Nîsanê tê ragihandin.
Li gorî qedexeya hatiye ragihandin;
- Hemû deriyên sînorî yên Rêveberiya Xweser tên girtin, tenê ji bo haletên mirovî dê vekirî bin.
- Di dema qedexeyê de, dukanên xwarin û sewzeyan dê ji demjimêr 8ê sibê û heta 5ê êvarê vekirî bin.
- Rê ji bo cotkar û karkeran tê dayîn bi girtina rêkarên tenduristiyê biçin karên xwe.
- Nexweşxane, dermanxane, rêxistinên mirovî, rojnamevan, firne û benzînxane, derveyî biryara qedexeyê ne.
- Hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser di heyama qedexeyê de tên girtin, ji bilî saziyên taybet ên pêwîstî bi karê wan heye, dê di karê xwe de berdewam bin.
- Divê hemû welatî pabendî bikaranîna maskan û rêkarên tenduristiyê bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin