Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya gistî dest pê kir

26 November 2020 12:59 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya gistî dest pê kir

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, di çarçoveya bergiriyên vîrusa Koronayê qedexeya giştî ya ji bo 10 rojan îro dest pê kir.

Di roja 21ê vê mehê, Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê diyar kiribû, ji bo berjewendiya giştî û li ser biryarên Şaneya Krîzê, qedexeya giştî ji bo 10 rojan li Heseke, Qamişlo, Tebqa û Reqayê tê ragihandin.

Li gor biryara qedexeyê:

- Qedexeya giştî ji 26ê Mijdarê û heta 5ê Berçile li Heseke, Qamişlo, Tebqa û Reqayê tê ragihandin.

- Di heyama qedexeyê de, hemû dibistan, zanîngeh û dayingeh li hemû navçeyên Rêveberiya Xweser tên girtin.

- Tevgera çûnûhatina otombîlan li navçeyên Rêveberiya Xweser tê qedexekirin. Tenê tevgera bazirganiyê berdewam dibe.

- Hemû sazî û dezgehên fermî tên girtin, ji bilî saziyên xizmetkariyê.

- Di heyama qedexeya giştî de, hemû avahiyên saziyên fermî û dibistan tên pakkirin.

- Saziyên ragihandinê kar li ser hişyarkirina welatiyan û pabendbûna bi rênimayên xweparêziyê dikin.

- Biryara qedexeyê li nexweşxane û firneyan bicih nabe. Ji bo dermanxaneyan jî, tîmên tendirustiyê karê wan birêk dixe.

- Asankarî ji tevgera cotkaran û firoşkarên sotemeniyê re tê kirin.