Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ji ber zêdebûna koronayê qedexeya gistî ragihand
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê qedexeya giştî û çûnûhatinê ji bo hefteyekê li herêma Cizîrê ragihand.
Şaneya Krîzê li Herêma Cizîrê ragihand, ji ber zêdebûna belavbûna vîrûsa koronayê û hejmara pêketî û mirinan û ji bo parastina selametiya giştî, qedexeya çûnûnhatinê ya giştî ji bo 7 rojan tê ragihandin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, li gor biryarê qedexeya giştî ji bo 7 rojan li Herêma Cizîrê dewam dike û ji sibeha roja Şemiyê 25 Îlonê heta roja Înê 1 Cotmehê didome.
Biryara qedexeyê ya Şaneya Krîzê wiha ye:
- Tevahiya cihên giştî, bazar, dikanên pîşesaziyê, perestgeh, dibistan, zanîngeh û peymangeh, dayingeh, xwaringeh, kafêtêrya, norîngehên bijîşkî û çalakiyên werzişê tên rawestandin.
- Çûnûhatina di navbera gund û bajaran de tê qedexekirin.
- Qedexe (Rêxistinên alîkariyê - tankerên avê û sotemeniyê - otomobîlên veguhastina zebze û dermanan û dezgehên ragihandinê li xwe nagire.
- Nexweşxaneyên taybet dê bi mercê wergirtina tenê haletên awarte vekirî bimînin. Dermanxane jî dê li gorî nexşeyên nobedariyê yên ku ji aliyê Yekîtiya Dermansazan ve hatî organîzekirin vekirî bin.
- Dikanên xwarin, sebze û goşt tenê li taxan, ji 06:00 sibê heya 18:00 êvarê vekirî bin.
- Bazarên El-Hal, ji 20:00 êvarê heya 10:00 danê sibê vekirî bin.
- Di heman demê de kar li hemî saziyên Rêveberiya Xweser tê rawestandin, ji bilî sazî û dezgehên ku pêwîstî bi karên wan hene. Herwiha divê hemû karmend jî maskan bi kar bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin