Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya sînorkirî îro destpê dike

30 April 2021 11:30 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya sînorkirî îro destpê dike

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, qedexeya sînorkirî ya derketina derve ku wê 7 rojan dirêj bike, îro destpê dike.

Rêveberiya Xweser, ji ber bilindbûna rêjeya pêketiyên vîrûsa Koronyayê li herêmê, qedexeya sînorkirî ku ji îro destpê dike û heta 6ê Gulanê didome, ragihand.

Li gorî biryarê, qedexe wê ji saet 7ê êvarî heta 7ê sibehê dewam bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li Bakur û Rojhilatê Sûrî û li gorî bîlançoyên Desteya Tenduristiyê, heta niha jimara nexweşên vê şewbê, gihîştiye 15 hezar û 796 kesan û ji wan 571 can dane.