Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya çûnûhatinê ya sînordarkirî hat dirêjkirin

06 May 2021 11:43 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya çûnûhatinê ya sînordarkirî hat dirêjkirin

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser, qedexeya çûnûhatinê ya sînordarkirî hat dirêjkirin.

Serokatiya Hevbeş a Encûmena cîbicîkar a Rêveberiya Xweser diyar kir, qedexeya sînordarkirî ji bo 10 rojên din hate dirêjkirin. Qedexe ji sibe 7ê Gulanê ve destpê dike û heta 16ê Gulanê berdewam dibe.

Li gor biryarên qedexeyê:

Biryara qexedeyê ji saet 7ê êvarê û heta 7ê sibê ji roja din dibe.

Hemû deriyên sînorî yên Rêveberiya Xweser tên girtin, tenê ji bo rewşên mirovî, nexweşiyan, xwendekaran û tevgera bazirganiyê dê vekirî bin.

Hemû kombûn (ahengên şahiyê, konên sersaziyê, civîn û nimêja li perestgehan û hemû kombûnên din) qedexe ne.

Hemû dibistan, zanîngeh, peymangeh û dayingeh dê girtî bin.

Hemû kafêtirya, qehwexane, bazar dê girtî bin, tenê dikarin daxwazên xwarinê yên derve (delivery) pêk bînin.

Divê hemû welatî divê pabendî tedbîrên xweparastinê bibin û maskan bi kar bînin.