Qedexeya çûnûhatinê îro li Rojavayê Kurdistanê destpê kir
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, ji ber zêdebûna haletên pêketina bi vîrûsa Koronayê, qedexeya çûnûhatinê ji bo hefteyekê hat ragihandin û qedexe îro destpê kir.
Li gor biryara Rêveberiya Xweser, qedexeya giştî li Heseke, Qamişlo û Reqayê ye û li bajarên din yên Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser jî qedexeya sînordar ji saet 4ê êvarî, heta 6ê sibehê ye.
Li gor biryara qedexeyê:
- Tevahiya kombûn (Şahî, konên sersaxiyê, civîn, nimêjin li cihên îbadetê û tevahî kombûnên din) ji 3ê Nîsana 2021'an qedexe ne.
- Tevahiya xwaringeh, kafe, kafeterya û bazarên gelêrî têne girtin, karê li xwaringehê di demên derveyî qedexeyê de ku daxwazên derve bi cih tînin.
- Tevahî dibistan, zanîngeh û peymangeh tên girtin.
- Dergehên sînorî têne girtin, ev yek rewşên mirovî, nexweş, xwendekar û tevgera bazirganiyê di nav xwe de nagire.
- Ji ber zêdebûna pêketiyan li bajarên Qamişlo, Hesekê û Reqayê li van bajaran qedexeya derketina derve ya giştî ji sibeha roja Sêşemê 6ê Nîsana 2021'an ji 06:00an heta roja Duşemê 12ê Nîsana 2021an tê ferzkirin. Qedexeya giştî (Firne, sûkên zebzeyan, nexweşxane, dermanxane, dikanên bazirganiyê, derman, sotemenî, tîmên tenduristiyê, cotkar û ragihandin) di nav xwe de nagire.
- Bikaranîna maskan li tevahî cihên li tevahî welatiyan tê ferzkirin, kesên ku li xwe nekin, bi hezar lîreyên Sûrî tên cezakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin