Qedexeya çûnûhatinê ya navbera Îran û Herêma Kurdistanê rabû
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hikûmeta Îranê qedexeya ku ji ber vîrusa koronayê danîbû ser deriyên sînorî yên bi Herêma Kurdistanê re rakir.
Beriya serê sala 2022yan hikûmeta Îranê çûnûhatina rêwî û tûrîstan ji Herêma Kurdistanê bo Îranê qedexe kiribû.
Rêveberiya deriyê sînorî yê Hacî Omeran îro ragihand, ew qedexe rabûye û xelkê Kurdistanê dikarin mîna berê serdana Îranê bikin.
Konsulxaneya Îranê ya Hewlêrê jî da xuyakirin ku divê ew kesên dixwazin serdana Îranê bikin, derziya koronayê li xwe dabin û testa PCR çêkiribin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de 3 deriyên sînorî; Hacî Omeran, Perwîzxan û Başmax hene ku çûnûhatin di ser wan deriyan de tê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin