Qedexeya çûnûhatinê li Herêma Kurdistanê hat ragihandin
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê ji ber zêdebûna belavbûna vîrusa Koronayê, qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê; çûnûhatina wesayît û peyayan, li temamê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebceyê û herwiha li îdareyên serbixwe yên Raperîn, Germiyanê, ji saet 20:00ê êvarê heta 06:00ê sibehê, qedexe ye.
Wezaretê diyar kir, çûnûhatina wesayîtên ajans û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî û Hevpeymaniya Navdewletî û dîplomatkar û wesayîtên hêzên ewlehiyê û tîmên tendirustiyê û kompaniyên petrol û wesayîtên ambulans û rojnamevanan û kesên ku li ser erkê xwe yê fermî ne, li derveyî vê qedexeyê ne.
Li gor biryarê, dermanxane vekirî dimînin.
Herwiha, danûstendinên bazirganî dê di navbera parêzgehan û rêveberiyên serbixwe yên herêmê de bi parêzgehên Iraqê re berdewam bin.
Ev daxuyanî dê di 08-04-2021ê de, ji saet 08:00ê êvarî heta 12-04-2021ê saet 08:00 şevê tê cibicîkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin