''Dibe ku qedexeya çûnûhatinê li Herêma Kurdistanê were ragihandin''
PeyamaKurd – Wezareta Tendirustiyê li ser zêdebûna hejmara pêketiyên Koronayê, civînekê li dar dixe. Berdevkê Tendirustiya Duhokê jî di derbarê naveroka civînê de diyar dike; dibe ku qedexeya çûnûhatinê were ragihandin.
Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Duhokê Hemze Rezîkî di civîneke çapemeniyê de da zanîn: “Sibê civînek dê bi serperiştiya Wezîrê Tendirustiyê ligel Rêveberiya Giştî ya Tendirustiyê were lidarxistin, di civînê de rewşa niha ya tendirustî û Koronayê dê were nirxandin, pêşniyar dê werin gotûbêjkirin û arasteyî Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê werin kirin.”
Hemze Rezîkî destnîşan kir: “Hejmara pêketiyên Koronayê li nexweşxaneyan zêde bûye, di pêlên berê yên Koronayê de hejmara pêketiyan weke niha li nexweşxaneyan zêde nebû, ez di wê baweriyê de me ku di civîna bê de qedexeya hatûçûnê dê were ragihandin.”
Herwiha Rezîkî eşkere kir: “Piraniya kesên niha bi vîrusa Koronayê dikevin, hilgirên cûreya Delta ya Koronayê ne.”
Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Duhokê diyar kir, di nava çar rojên cejnê de li Duhokê 20 kesan ji ber vîrusa Koronayê can dan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin