Sanda Amerîkî ji bo destpêkirina danûstandinên Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ye
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinên Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, şandeke Wezareta Derve ya Amerîkayê ya bi serokatiya Alîkarê Wezîrê Derve Joey Hood gihîştiye bajarê Qamişlo û wê şanda Amerîkayê bi her du aliyên ENKS û PYDê re bicive.
Li gorî zanyariyan Joey Hood doh 26ê Tebaxê tevî şandeke dîplomatîk gihîştiye bajarê Qamişlo û wê ligel Encûmena Niştîmanîya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd (PYNK) a bi ser PYDê ve ye re hevdîtinan pêk bîne.
Wê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo her du aliyên Kurdî ji bo rêkeftina dawî nêzîkî hev bike danûstandinan bike û hewla rakirina astengiyên li pêşiya danûstandinan bide.
Çav li rê ye şanda Amerîkî bi pêkhateyên herêmê û serokên encûmenên sivîl ên parêzgehên Reqa û Dêrazorê re jî hevdîtinan bike.
Hêjayî gotinê ye, ev zêdetirî salekê ye bi destpêşxeriya Amerîkayê, danûstandinên aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di navbera ENKS û PYNKê de destpê kirine.
Her du aliyan herî dawî li ser bingeha Rêkeftina Duhokê ya Cotmeha 2014an a derbarê desthilat, rêveberî, parastin û berevaniyê de li hev kiribûn, lê paşê careke din danûstandin bêyî ku bigihin encamekê rawestiyabûn.
Di wê navê de gelek ofîs û nûnertiyên ENKSê rastî êrîşan hatibûn, hejmarek endam û rêveberên wê jî ji aliyê Asayîşa Rojava ya bi ser PYDê ve hatibûn girtin ku ev jî ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinan bûbû asteng.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin