Rojava | Sanda Amerîkî û Fransî bi ENKS û PYDê re civiya
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku şandeke Amerîka û Fransa ya ji Nûnerê Wezareta Derve ya Fransayê Rimi Derwîn û Nûnerê Amerîka Skot Scolz pêk dihat serdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi aliyên kurdî re civiya.
Hate zanîn ku şanda Amerîkî-Fransî pêşî beşdarî civîneke rewşenbîr û partiyên kurd a li Qamişloyê bû û bi wan re li ser avakirina şandeke yekgirtî biçe Şamê gotûbêj kir.
Şandê piştre serdana navendeke Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir û bi wan re rêyên nêzîkkirina nêrînên ligel Rêveberiya Xweser kir û PYDê kir.
Hate zanîn ku şande Amerîkîe-Fransî hewldanên xwe yên ku Kurd bi şandeke yekdengî biçin Şamê û danûstandinê bi rêveberiya demkî ya Sûriyê re ji bo mafên gelê Kurd bikin.
Hêjayî gotinê ye, navbeykariya Amerîka û Fransayê ji bo nêzîkkirina herdu aliyên ENKS û partiyên PYNK ên bi ser PYDê ve dewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin