Sanda Fransî pistî PYDê bi ENKSê re jî civiya
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 13ê Kanûnê şandeke Fransayê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi şanda Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) re civiya.
Li gorî zanyariyan, şanda Fransayê û ya ENKS, li ser destpêkirina dîyaloga kurdî-kurdî axivî ne û şanda Fransî gotiye, “Divê Kurd yekdeng bin da ku bihêztir bin û karibin mafên xwe biparêzin.”
Hate zanîn ku şanda ENKS ji serokê ENKSê Silêman Oso û endamên desteya serokatiyê Mihemed Îsmaîl, Feysel Yûsif, Fesle Yûsif, Nimet Dawûd, Zehre Ehmed û Ebdûlbarî Xelef pêk hatibû.
Tê çaverêkirin ku wê civînên ji bo navbeynkariya aliyên Kurdan berdewam bikin. Şanda Fransayê doh jî bi şandeke Partiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurd (PYNK) re civiyabû ku pêşengiya wê PYD dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin