Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya qismî hat ragihandin

29 April 2021 14:17 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya qismî hat ragihandin

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê ji ber zêdebûna rêjeya belavbûna vîrûsa koronayê, Rêveberya Xweser qedexeya qedexeya sînorkirî ya qismî bo çûnûhatinê û derketina derve ragihand..

Rêveberiya Xweser îro qedexeya beşî li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî heta 6ê vê mehê ragihand.

Li gorî biryarê, wê qedexeya derketinê nava rojê ji saet 7ê êvarê heta 7 sibehê berdewam be.

Di dema qedexeyê de, wê hemû sînor werin girtin, tenê nexweş, xwendekar û bazirgan karibin herin û werin.

Herwiha hat diyarkirin ku wê hemû dibistan, zanîngeh û hemû cihên olî girtî bimînin û kombûn jî qedexe bin.

Rêveberiya Xweser bang li welatiyan kir, pabendî biryaran bin.