Qedexeya qismî ya li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir

30 October 2020 16:45 0 dîtin
Qedexeya qismî ya li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir

PeyamaKurd – Qedexeya 10 rojan a qismî ku doh 29ê Cotmehê Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê ragihandibû, îro înê piştî nîvro dest pê kir.

Li gorî biryara Rêveberiya Xweser, wê qedexeya qismî ji îro 30 Cotmehê heta 8 Mijdarê berdewam bike.

Di çarçoveya qedxeyê de hemû bazarên mezin têne girtin lê dikan, market, fêkîfiroş û sewzefiroş heta demjimêr 3yê piştî nîvro vekirî dimînin.

Dîsa li gorî biryarê, nimêja roja Înê û merasîmên olî yê xirîstyanan yê roja Yekşemê têne qedexekirin û her cure civîn, konferans, aheng û danîna şînîyan tê qedexekirin.