Qedexeya qismî ya Rojavayê Kurdistanê hat dirêjkirin
PeyamaKurd - Qedexeya sînordarkirî ya ku ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser hatibî ragihandin 15 rojên din hate dirêj kirin.
Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser ragihand, qedexeya sînordarkirî ji bo 15 rojên din hate dirêjkirin ku qedexe îro dest pê dike û heta 3yê Sibatê berdewam dibe.
Naveroka biryara qedexeyê wiha ye:
Hemû dikanên bazirganiyê û dikanên firotina madeyên xwarinê û sebzeyan heta demjimêr 5:00an vekirî dimînin. Ev biryar sûkên mezin (bazar, sûka înê, sûka yekşemê…) li xwe nagire.
Hemû dibistan, zanîngeh û navendên perwerdeyê tên vekirin, rêbazên xweparastinê û tedbîrên tenduristiyê tên pêkanîn.
Rê ji bo bas û mîkrobasan tê dayîn ku di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên din ên Sûriyê de çûnûhatinê bikin.
Hemû cihên olî tên girtin, ji bilî nimêja Înê û ayîna Yekşemê ku bi girtina tedbîrên xweparastinê tên kirin.
Kombûnên mezin wekî şahî, konên sersaxiyê, civîn, kongre tên qedexekirin.
Divê hemû welatî û xebatkarên saziyên Rêveberiya Xweser maskan bi kar bînin û tedbîrên xweparastina kesayetî pêk bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin