Qedexeya qismî ya li Rojavayê Kurdistanê hat dirêjkirin

05 January 2021 17:27 0 dîtin
Qedexeya qismî ya li Rojavayê Kurdistanê hat dirêjkirin

PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, dema qedexeya qismî ya bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê dirêj kir.

Şaneya Aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandiye ku Hevserokatiya Meclîsa Rêveberiya Xweser biryar daye qedexeya derketina derve ya beşî li hemû herêmên rêveberiyê ji 5ê Çileyê heta 19ê Çileyê wê dewam bike.

Biryarnameya qedexeyê wiha ye:

Qedexeya derketinê ya beşî li hemû herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta 15 rojan dewam dike, biryar ji sêşemê (5 Çile 2021) ve dest pê dike û heta 19`ê Çileya 2021`an dewam dike.

Li gorî wê:

1- Hemû dikanên bazirganiyê û dikanên firotina madeyên xwarinê û sebzeyan heta saet 5:00`an vekirî dimînin. Lê ev yek ji bo sûkên mezin (bazar, sûka înê, sûka yekşemê…) ne derbasdar e.

2- Hemû dibistan, zanîngeh û navendên perwerdeyê tên vekirin, rêbazên xweparastinê û tedbîrên tenduristiyê tên pêkanîn.

3- Tevgera basên ku dikevin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yên ji herêmê derdikevin, nakevin ber qedexeyê.

4- Hemû cihên olî ji bilî nimêja înê û ayîna yekşemê, tên girtin û hemû tedbîrên xweparastinê tên pêkanîn.

5- Kombûnên mezin wekî şahî, konên sersaxiyê, civîn, kongre tên qedexekirin, heke çêbin jî dê hesab ji berpirsan bê xwestin.

6- Divê hemû welatî û xebatkarên saziyên Rêveberiya Xweser maskan li xwe bikin û tedbîrên xweparastina kesayetî pêk bînin, her wiha divê pîvanên dûrbûna civakî li hemû cihan bên pêkanîn û wekî parçeyekî ji jiyana rojane ya welatiyan bê dîtin.

7- Li gorî pêwîstiyê û li gorî bendên li jor hatine bibîrxistin, hemû Rêveberiyên Xweser û Rêveberiyên Sivîl dikarin biryarên girêdayî şewba koronayê bidin.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser doh 4ê Çile ragihandibû ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê 14 kes bi vîrusa koronayê ketine.