Li Rojavayê Kurdistanê biryarên nû yên koronayê: Qedexeya gistî tê rakirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Rojavayê Kurdistanê qedxeya giştî ya ji bo rûbirûbûna koronayê hatibû ragihandin, tê rakirin lê belê cihên girtî qedexaya kombûnan berdewam dike.
Şaneya Krîzê ya Rêveberiya Xweser li Herêma Cizîrê îro 27ê Tebaxê bi daxuyaniyekê biryarên nû yên derbarê xweparastina ji vîrûsa Koronayê de ragihandin.
Biryarên Şaneya Aloziyê ya Herêma Cizîrê wiha ne:
Di encama civîna Şaneya Aloziyê ya Herêma Cizîrê de ku 26-8-2020`an li dar ket û û bi armanca parastina giştî ev bend hatin diyarkirin;
- Li herêma Cizîrê ji 28-8-2020`an ve qedexeya derketina derve radibe.
- Kombûn bi tevahiya awayan qedexe ye, çi li bin konên aza be, kêfxweşiyan, nimêja li mizgeftan û çi jî şahî kombûnên din be.
- Ji roja şemiyê ve 29-8-2020`an tevahiya saziyên Rêveberiya Xweser dest bi dewamê dikin û tedbîrên xweparastina ji vîrusê digirin.
- Divê welatî li gorî biryara 93`yan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 16-8-2020`an ragihandibû tev bigerin û lepik maskan li xwe bikin, heke li xwe nekin ew ê hesab ji wan were xwestin.
- Şaneya Aloziyê bang li welatiyan dike ku dûrî hev û din bikevin, li gorî biryarên aliyên peywendîdar tev bigerin û tedbîrên xweparastinê bigirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin