ENKS: Biryarên wiha Rojavayê Kurdistanê ji kadroyên sareza vala kir

20 September 2022 09:59 0 dîtin
ENKS: Biryarên wiha Rojavayê Kurdistanê ji kadroyên sareza vala kir

PeyamaKurd – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyekê girtin û qedexekirina dibistanên taybet li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û ev biryar weke biryareke ne di cih de bi nav kir û ji rêveberiyê daxwaz kir ku ji wê biryara xwe vegere.

Li ENKSê di daxuyaniya xwe de diyar kir, wê her tim xwestiye programên perwerdeyê ji mijarên siyasî û hizbîtî bê dûrxistin.

Herwiha ENKSê eşkere kir, biryarên wiha hîştin ku hejmara koçberiyê zêde bibe û Rojavayê Kurdistanê ji kadroyên şareza vala bibe.

Di berdewamiyê de ENKSê ji Rêveberiya Xweser dixwaze xwendekaran û malbatên wan azad bihêle û mafên wan binpê neke.