Li Rojavayê Kurdistanê 3 kes ji koronayê mirin
PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku 16 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 3 kes jî mirine.
Li gorî daxuyaniya îro Yekşemê ya Desteya Tenduristiyê di 24 saetên borî de 16 pêketiyên nû yên koronayê hatine tomarkirin ku 11 mêr û 5 jin in.
Herwiha hat diyarkirin ku 2 kesên ji koronayê can dane jî ji bajarê Tebqayê ne.
Bi van amarên dawî re hejmara pêketiyan gihîştiye 38 hezar û 482 kesan, hezar û 564 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 561 jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin