Li Rojavayê Kurdistanê rewsa dawî ya koronayê: 46 pêketin, 1 mirin
PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistan ragihand ku di nav 24 saetên borî de 46 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û nexweşekî jî wefat kiriye.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa bi daxuyaniyekê amarên dawî yên Covid-19 eşkere kirin û ragihand, kesekî li devera Şehbayê ji ber nexweşiya vîrusa Koronayê can daye.
Mistefa herwiha da xuyakirin ku 46 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kes jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketinan gihîşt 7368 kesan, ya mirinan bû 225 kes û heta niha 1066 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin