Rewsa dawî ya koronayê li Rojavayê Kurdistanê hat eskere kirin

21 June 2021 18:21 0 dîtin
Rewsa dawî ya koronayê li Rojavayê Kurdistanê hat eskere kirin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê  ragihand ku di 24 saetên borî de 30 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û ti rewşeke mirinê nehatiye tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir; 30 kesên bi koronayê ketine, ji wan 4 kes li Hesekê, 4 kes li Qamişlo, 4 kes li Dêrikê, 2 kes li Kobanê, 7 kes li Reqayê, 5 kes li Tebqayê, 2 kes li Minbicê û 2 kes li Kampa Holê ne.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand ku 4 kes jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketinên vîrûsa Koronayê gihîşt 18396 kesan, ya mirinan bû 761 kes û 1858 kes jî baş bûne.