Rewsa dawî ya Covid-19 ya li Rojavayê Kurdistanê hat eskere kirin: Hejmar zêde dibin
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên bin deshilata Rêveberiya Xweser hejmarên pêketinên koronayê ku heta çend roj berê jî 20-30 kes derbas nedikirin, zêde bûn.
Li gorî daxuyaniya dawî ya Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa, di nav 24 saetên borî de 54 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketin.
Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 54 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 5 kes li Hesekê, 26 kes li Qamişlo, 14 kes li Dêrikê, 1 kes li Rimêlan, 1 kes li Cil Axa, 3 kes li Reqayê, 1 kes li Tebqa, 1 kes li Minbic, 1 kes li Kampa Holê û 1 kes li Kampa Roj e.
Li gorî amarên fermî li Rojavayê Kurdistanê heta niha 18 hezar û 868 pêketinên koronayê hatine tomarkirin, 1907 kes baş bûne û 768 kes jî bi koronayê mirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin