Li Rojavayê Kurdistanê rewsa dawî ya Covid19: Mirin çênebûn, 24 pêketî hene
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên bin deshilata Rêveberiya Xweser di nav 24 saetên borî de 24 kesên din bi koronayê ketin û ti rewşeke mirinê nehat tomarkirin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa, îro 17ê Hezîranê eşkere kir, 24 kesên bi koronayê ketine, 9 mêr û 15 jin in.
Ciwan Mistefa da zanîn ku 5 kes jî baş bûne û ti haleteke mirinê nehatiye tomarkirin.
Bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên koronayê li Rojavayê Kurdistanê gihîşt 18 hezar û 308 kesan, ya mirinan bû 759 kes kes û heta niha û hezar û 851 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin