Li Rojavayê Kurdistanê rewsa dawî ya Covid-19: Mirin û pêketin zêde dibin
PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 130 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 4 kes jî mirine.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir, di 24 saetên borî de 4 kes ji ber koronayê mirine û herwiha 130 pêketiyên nû yên Covid-19 hatine tomarkirin ku 4 nexweş jî baş bûne.
Dr. Ciwan Mistefa berî niha hişyariya pêla 4an a belavbûna zêde ya koronayê dabû û gotibû, ew neçar bimînin ew dê tedbîrên nû yên sînordar ragihînin.
Li Rojavayê Kurdistanê hejmara giştî ya pêketinên vîrûsa koronayê gihîştiye 20316 kesan, ji wan 1954 kes baş bûne û 788 kes jî mirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin