Li Rojavayê Kurdistanê rewsa dawî ya Covid-19 hat eskere kirin
PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di 24 saetên borî de 48 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 2 nexweş jî baş bûne.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku 48 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine ku 20 kes li Hesekê, 15 kes li Qamişlo, 11 kes li Dêrikê û 2 kes li Şehbayê ne.
Herwiha hat eşkere kirin ku 2 nexweşên koronayê jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li gorî daxuyaniyê fermî heta niha li Rojavayê Kurdistanê 18 hezar û 987 kes bi koronayê ketine, 1911 kes baş bûne û 768 kes jî pê mirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin