Rewsa dawî ya Covid-19 li Rojavayê Kurdistanê hat eskere kirin

12 March 2021 21:42 0 dîtin
Rewsa dawî ya Covid-19 li Rojavayê Kurdistanê hat eskere kirin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku 18 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî wefat kiriye.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê eşkere kir û ragihand, 18 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine ku 9 kes li Hesekê, 5 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 3 kes li Reqayê ne.

Mistefa da xuyakirin ku 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û kesek jî baş bûye.

Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 8773 kesan, ya mirinan bû 337 kes û heta niha 1254 kes jî baş bûne.