Rewsa dawî ya Covid-19 a Rojavayê Kurdistanê hat eskere kirin
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên rêveberiya xweser 83 kesên din bi koronayê ketin û 4 kesan jiyana xwe ji dest da.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 4 kesan ji vîrusa koronayê can daye ku mêrek ji Hesekê û yek ji Qamişlo û mêrek û jinek jî ji Minbicê ne.
Dr. Mistefa eşkere kir ku 83 kesên din jî li herêmên wan bi Covid-19 ketine ku ew jî 41 mêr û 42 jin in.
Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 16 hezar û 911 kesan, ya mirinan bû 694 kes û heta niha hezar û 739 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin