Li Rojavayê Kurdistanê 12 kesên din bi koronayê mirin

02 May 2021 16:21 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê 12 kesên din bi koronayê mirin

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên bin deshilata Rêveberiya Xweser di 24 saetên borî de, 148 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin û 12 kes jî pê mirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 saetên borî yên rewşa vîrusa koronayê belav kirin.

Mistefa diyar kir, 12 kesan can daye ku 2 kes li Hesekê, 3 kes li Qamişlo, 6 kes li tebqayê û 1 kes li Dêrazorê ne.

Dr. Mistefa eşkere kir, 148 kesên din jî bi vîrûsa koronayê ketine ku ew jî 18 kes li Hesekê, 14 kes li Qamişlo, 7 kes li Dêrikê, 1 kes li Dirbêsiyê, 9 kes li Kobaniyê, 31 kes li Reqayê, 61 kes li Tebqayê, 6 kes li Minbicê, 4 kes li Kampa Holê  û 1 kes li Şehbayê ne.

Herwiha hat diyarkirin ku di 24 saetên borî de 11 nexweş jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re, li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 16111 kesan û heta niha 605 kes jî mirine.