Li Rojavayê Kurdistanê 14 kesên din bi koronayê mirin

04 May 2021 14:20 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê 14 kesên din bi koronayê mirin

PeyamaKurd - Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Dr. Ciwan Mistefa di daxuyaniya rewşa vîrusa korona ya 24 saetên borî de eşkere kir, 14 kesên din ji ber koronayê can dane û 91 pêketiyên nû hatine tomarkirin.

Li gorî daxuyaniyê kesên ji ber koronayê can dane; 2 mêr û 2 jin ji Qamişlo, mêrek ji Dêrik, 3 mêr û 4 jin ji Tebqa û mêrek ji Dêrazorê ne.

Herdwiha 91 kesên din bi koronayê ketine jî li Hesekê: 9, Qamişlo: 11, Dêrik: 4, Dirbêsiyê: 2, Til Temir: 1, Rimêlan: 1, Çilaxa: 1, Kobanê: 3, Reqa: 27, Tebqa: 16, Minbic: 7, Dêrazor: 1, Kampa Newroz: 1, Kampa Hol: 2 û Kampa Roj: 5 kes in.

Dr. Mistefa diyar kir ku 13 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê û herêmên rêveberiya xweser hejmara pêketiyên kroronayê gihîşt 16 hezar û 275 kesan, ya mirinan bûye 629 kes û hezar û 667 kes jî baş bûne.