Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya derve 15 rojan hat dirêjkirin

06 April 2020 14:37 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya derve 15 rojan hat dirêjkirin

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê qedexekirina derketina derve ya ji bo bergiriya vîrusa koronayê 15 rojên din dirêj kir.

Rêveberiya Xweser biryarnameyeke bi jimara 32 belav kir û tê de ragihand, qedexekirina derketina derve 15 rojên din, ji sibeha roja Sêşemê 7ê Nîsanê heya 21ê Nîsanê hat dirêjkirin.”

Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku, tevî aliyên destpêkê yên ku qedexe ji bo wan ne derbasdar e, vê carê dermanxaneyên çandinî, beyter û dikanên ku alavên çandiniyê çaksaz dikin û parçeyan difroşin, dikarin werin vekirin.

Lê ev dikan, wê ji saet 5ê piştî nîvro, heya 1ê Sibeha roja din werin vekirin.

Rêveberiya Xweser qedexeya yekem 19ê Adara 2020an ragihandibû.

Herwiha Rêveberiya Xweser ji bo alîkariya gel, bi biryarnameyeke din a jimara 33an jî hemû fatoreyên av, kehrebe û paqijiyê ji bo dewreya sêyemîn betal kir.