Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya derketina derve dest pê kir

23 March 2020 15:03 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya derketina derve dest pê kir

PeyamaKurd - Îro li Rojavayê Kurdistanê û seranserê herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de qedexeya derketina derve dest pê kir.

Qedexeya çûnûhatinê ji îro 23ê Adarê saet 06:00ê serê sibê ve dest pê kir û hêzên ewlehiyê û Asayişa Rojava li ser cade û rêyên sereke çavdêriya cîbicîkirina qedexeyê dikin.

Duh na pêr 21ê Adarê jî qedexeya çûnûnhatinê di navbera bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê de hatibû ragihandin, lê belê ji ber cejna Newrozê xelk gelek pabendî vê biryarê nebûbûn û ji bo pîrozbahiyên cejnê derketibûn derve.

‘Ji bo bicîkirina biyara qedexeya derketina derve hêzên ewlekariyê derketin ser cadeyan’

Hevseroka Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser, Bêrîvan Xalid ragihand, “dê hêzên ewlekariyê ji bo bicîkirina biyara qedexeya derketina derve dakevin ser cadeyan”.

Bêrîvan Xalid daxwaz ji welatiyên Rojavayê Kurdistanê jî kir, ku pabendî biryar û rênimayan bin.

Rêveberiya Xweser herwiha hemû biryara girtina kafeterya, xwaringeh, bazar, salonên şahiyan, ofîsên doktoran û baxçeyên zarokan anku kireş daye.

‘Li Rojavayê Kurdistanê, tenê nexweşxane, navendên tendirustî, dermanxane, rêxistinên tendirûsiyê, firne vekirî ne’

Li Rojavayê Kurdistanê, tenê nexweşxane, navendên tendirustî, dermanxane, rêxistinên navdewletî, Heyva Sor, Xaça Sor, lijneyên taqîmkirinê, karê paqijkirina bajêr, firin, otomobîlên ku xwarinê û şîrê zarokan dibin, dê karê xwe bikin û nayên girtin.

Rêveberiya Xweser daxwaz ji xelkê kiriye ku pabendî biryar û rênimayiyan bin û tekez kiriye, kesên ku van biryaran binpê bikin dê bêne cezakirin.


RAPIRSÎ | Welatî wezîrê tenduristiyê sekeftî dibînin lê saziyên dewletê şefaf nabînin

Li Hewlêrê 12 kesên din bi Covid-19ê ketin