Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê qedexeya derketina derve ya bo 2 rojan bi dawî bû

20 April 2020 10:46 0 dîtin
Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê qedexeya derketina derve ya bo 2 rojan bi dawî bû

PeyamaKurd - Li bajarên mezin ên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê ji ber belavbûna vîrusa Koronayê (Covid19) bo 2 rojan qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û îro ew qedexe hat rakirin.

Wezareta navxwe ya Tirkiyê ragihandiye, ji ber belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) li 31 bajarên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê qedexeya derketina derve ya bo maweya du rojan ragihandibû.

Ew bajarên Bakûrê Kurdistanê yên ku qedexe lê hatibû ragihandin, ev bûn: Diyarbekir, Mêrdîn, Wan, Dîlok, Riha û Erzirom.

Wezareta navxwe ya Tirkiyê hefteya borî jî dawiya heftê li 31 bajarên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê qedexeya derketina derve ragihandibû.

Tirkiyê piştî ragihandina daneyên duh 19ê Nîsanê yên vîrusa koronaya nû Covid-19 amarên tûşbûnê yên welatê jêdera vîrusê Çînê derbas kir û kete rêza 7an di cîhanê de.