Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê qedexeya derketina derve bi dawî hat

27 April 2020 10:18 0 dîtin
Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê qedexeya derketina derve bi dawî hat

PeyamaKurd- Li bajarên mezin ên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê ji ber belavbûna vîrusa Koronayê (Covid19) bo 4 rojan qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û îro ew qedexe hat rakirin.

Qedexeya derketina derve ya ku di çarçoveya rênimayên koronay nifşê nû (Covid-19) de hatibûn wergirtin, piştî 4 rojan li 31 bajaran îşev di saet 00.00an de bi dawî hat.

Bajarên bakurê Kurdistanê ku derketina derve lê hatibû qedexekirin ev bûn: Amed, Erzîrom, Dîlok, Mereş, Meletî, Mêrdîn, Riha û Wan.

Wezîrê Tenduristiyê Tirkiyê Fahrettîn Koca amarên 24ê saetên borî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kirin. Li gorî amarên 26ê Nîsanê, di 24 saetên dawî de 99 kesan can daye û 2,357 haletên nû yên tûşbûyên Covid-19 hatine tomarkirin.