Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê ji ber Covid-19ê car din qedexeya derketina derve tê ragihandin
PeyamaKurd - Li bajarên mezin ên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê ji ber belavbûna vîrusa Koronayê (Covid19) dîsa qedexeya derketina derve tê ragihandin.
Wezareta navxwe ya Tirkiyê ragihandiye, ji ber belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) li 31 bajarên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê qedexeya derketina derve tê ragihandin.
Ew bajarên Bakûrê Kurdistanê yên ku qedexe lê tê ragihandin, ev in: Diyarbekir, Mêrdîn, Wan, Dîlok, Riha û Erzirom.
Li gorî agahiyên wezareta navxwe ya Tirkiyê, qedexeya derketina derve ji saet 12:00 îşev ve dest pê dike û saet 12:00 şeva 19 vê mehê bi dawî dibe.
Hefteya borî jî wezareta navxwe ya Tirkiyê li 31 bajarên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê qedexeya derketina derve ragihandibû.
Li gorî daneyên dawîn yên fermî, heta niha li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê 1643 kes bi vîrusa loronayê mirine, 74 hezar û 193 kes pê ketine û rewşa zêdetirî hezar kesan jî baş nîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin