Rêveberiya Xweser qedexeya çûnûhatinê radike

15 June 2020 10:08 0 dîtin
Rêveberiya Xweser qedexeya çûnûhatinê radike

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser biryar da, ku Sibe 16ê Hezîranê qedexeya çûnûhatinê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê bê rakirin.

Di daxuyaniyekê de, Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand, ku qedexeya çûnûhatinê ku bi armanca rêgirtin li ber belavbûna vîrusa koronayê hatibû bicîkirin, dê bê rakirin.

Biryar bi hejmara 63yan û ji aliyê Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser ve hatiye dan û tê de tê gotin: “Qedexeya beşî ya ji ber şewba Koronayê ji 16.06.2020 ve radibe.”

Di heman daxuyaniyê de, hatiye diyarkirin ku deriyên sînorî dê girtî bimînin heya ku biryareke nû derbarê wan de tê dayîn.

Li herdu deriyên el-Tayihe û Tebqa yên bi navçeyên di jêr desthilata hikûmeta Sûriyê re dê ji bo haletên mirovî yên weke nexweşî û jibo xwendekaran vekirî bin.

Rêveberiya Xweser cara yekem ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa koronayê, di 21ê Adara îsal de qedexeya çûnûhatinê ragihandibû û piştre bo çendên caran ew qedexe dirêj kiribû.