Rêveberiya Xweser dema qedexeya çûnûhatinê heta 5ê Hezîranê dirêj kir

27 May 2020 11:01 0 dîtin
Rêveberiya Xweser dema qedexeya çûnûhatinê heta 5ê Hezîranê dirêj kir

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê dema qedexeya çûnûhatinê li navçeyên Rojavayê Kurdistanê heta 5ê Hezîranê dirêj kir.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber metirsiay belavbûna koronayê dema qedexeya derketina derve jî îro 27ê Gulanê heta 5ê Hezîranê dirêj kiriye.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku karker û karmendên hemû saziyan bi awayekî fermî îro Çarşemê (27ê Gulana 2020an) dest bi kar bikin.

Li gorî biryaran, ji billî deriyê Tayhe-Tebqa, deriyên din ên sînorî heta biryareke din dê girtî bimînin. Li gorî biryarên fermî deriyên sînorî dê ji bo nexweşan û xwendekaran bêne vekirin.

Hemû dikan, market û restoran ji saet 6ê sibehê heta 7ê êvarê vekirine. Restoran wê vekirî bin lê tenê ji bo daxwazên derveyî wan xwaringehan.

Her wiha bi şertê ku pabendiya bi rêkarên xweparastinê, tevgera çûnûhatinê serbest e.

Cihên olî û îbadetê wê vekirî bin lê cafe, qehwexane, dibistan û zanîngeh di dema qedexeyê de wê girtî bin.