Rêvebiriya gistî ya Meterolojiya ji bo Kurdistanê hisyariya barana xwurt da

29 April 2023 21:12 0 dîtin
Rêvebiriya gistî ya Meterolojiya ji bo Kurdistanê hisyariya barana xwurt da

PeyamaKurd – Li gor ragihandina rêvebiriya giştî ya meterolojiya Tirkiyê; wê barana xwurt li bajarên Bayburt, Ezirgan, Dêrsim, Elazığ (Xarpêt), Bîngol, Diyarbekir, Batman, Sêrt, Mêrdîn û der û dora wan da. Wê baran li wan bajaran xwurt bibare û dibe ku miqdarê baranê bibe  21-50 kilogram/m2.

Li bilindahiya bajarên navborî bi baranê re wê berf bibare û dibe bi baranê re lehî rabe, birûsk lêbide, li hinek deveran terok bibare. Hat xwestin ku li gor rewşê hemwelatî û ajotvan tedbîrên xwe bigrin.