Li Rodosê kestiya koçberan noq bû: 1 jê zarok 8 mirî

20 December 2024 17:40 0 dîtin
Li Rodosê kestiya koçberan noq bû: 1 jê zarok 8 mirî

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li dorûbera girava Rodosê ya Yûnanistanê keştiyeke koçberan noqî deryayê bûye û yek jê zarok 8 kesan can daye.

Li gorî îdiayan dema ku hêzên perevên Yûnan xwestine keştiyê dûrî avên xwe bikin, keştî noqî deryayê bûye.

Hate diyarkirin ku 18 kesên di keştiyê de hatine rizgarkirin û ji bo 8 miriyan rewşa tenduristiyeke kesekî din jî giran e.

Nasname û netewa wan koçberan hîn nehatiye zanîn.