Li Mexrîbê du belemên koçberan noq bûn: 27 mirî

02 January 2025 19:25 0 dîtin
Li Mexrîbê du belemên koçberan noq bûn: 27 mirî

PeyamaKurd – Li peravên welatê Mexrîbî (Tunus) du belemên koçberan noq bûn û di encamê de 27 kesan can da, 83 koçber jî hatin rizgarkirin.

Saziya Ewlekariya Peravan a welatê Afrîkî Mexrîbê ku xwedî peravên Deryaya Spî ragihand ku karesateke mirovî ya koçberan rû daye.

Hate ragihandin du belemên koçberan li nêzî peravên bajarê Sfaxê noqav bûne. Li gorî daxuyaniyê termên 27 koçberên afrîkî ji deryayê hatine derxistin û herwiha 7 jê zarok 83 koçber jî hatine rizgarkirin.