Du belemên koçberan binav bûn: Bi dehan kes winda ne....
PeyamaKurd - Ajansa Îtalî ANSAyê ragihandiye ku derengiya şevê du belemên koçberan li devera Lampedusayê binav bûne û bi dehan kes jî winda ne.
Hatiye ragihandin ku li peravan termê jinek û zarokekê hatine dîtin û 57 koçber jî hatine rizgarkirin, lê belê ji bo rizgarkirina zêdetirî 30 kesên winda jî lêgerîn dewam dikin.
Li gorî Rêxistina Navdewletî ya Koç û Koçberan (IOM) di belemekê de 42 û di ya din de jî 48 kes bûn û ji koçberên Afrîkayê pêk dihatin.
Li gorî amarên IOMê ji sala 2014an ve, li peravên 14 hezar koçberên xwestine ji ser Libya û Mexrîbê biçin Îtalyayê di deryayê de winda bûne û can dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin