Li Tûnisê di 48 saetan de 3 kestiyên koçberan binav bûn: 3 mirî, 12 wenda
PeyamaKurd – Di encama binavbûna 3 botên koçberên ku dixwestin derbasî Ewropayê bibin li peravên başûrê Tûnisê binav bûn, 2 jê pitik 3 kesan can dan û 12 kes jî wenda bûn.
Berdevkê Dadgeha Asliye ya Yekemîn a bajarê Sfax Fewzî el Mesmûdî ji endamên medyaya xwecihî re ragihand ku di 48 saetên dawî de 3 keştiyên koçberan li derdora bajarê Sfax binav bûne.
Mesmûdî eşkere kir, 152 kesên ku ji ber keştiyên binavbûyî ketine behrê hatine rizgarkirin û got, gihîştine cenazeyên 3 kesan ku 2 ji wan pitik in û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo 12 kesên wenda jî didome.
Li Tûnisê cenazeyên 210 koçberên ku keştiyên wan binav bûn di dema zêdekirina hewildanên koçberiya neqanûnî yên meha Nîsanê de hatin dîtin.
Her sal, bi hezaran koçberên neqanûnî yên Afrîkî bi hêviya jiyanek çêtir diçin Tûnisê da ku di ser Deryaya Spî re xwe bigihînin Ewropayê.
Beşek ji koçberên ji welatên Afrîkaya Sub-Sahara, ku bi salan li taxên koçberan ên Tûnisê dijîn, xwe digihînin Ewropayê, hinên din jî di deryayê de dimirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin