Boteke koçberan li rojhilatê Tûnisê noqî avê: Koçberekî can da
PeyamaKurd – Boteke koçberan li rojhilatê Tûnisê noqî avê bû û di encamê de kesekî can da, 75 kes jî wenda bûn.
Li gor Berdevkê Zîrevanên Netewî yê Tûnisê Houcemeddine Jbabli diyar kir, bota ku 100 koçber tê de, li rojhilatê welat noqî avê bûye.
Herwiha da zanîn, di bûyerê de koçberekî can daye û 24 kes hatine rizgarkirin û 75 kes jî wenda ne.
Di berdewamiyê de Jbabli eşkere kir, zîrevanên behrê nêzîkî bajarê Sfax termê koçberekî dîtine û ji bo dîtina koçberên wenda bûne jî xebatên lêgerînê berdewam dikin.
Hat zanîn, koçberên ku ji bajarê peravê Zuvare yê Lîbyayê birêketibûn xwestina Behra Spî derbas bikin û xwe bigihînin Îtalyayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin