Li Mozambîkê ferîbot noqî avê bû: Herî kêm 94 kesan can dan
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Mozambîkê ferîbotek rêwiyan noqî avê bûye û di encamê de nêzîkî sed kesan canê xwe ji dest dane.
Li gorî medyaya Mozambîkê, di bûyerê de di nav wan de gellek zarok herî kêm 94 kesan can dane. Medyayê her wiha diyar kir ku ew ferîbot ji bajarê Lungayê diçû bajarê Nampulayê, lê belê beriya ku bigihîje Nampulayê noqî avê bûye.
Hate zanîn ku di ferîbota ku noqî avê bûye de 130 kes hebûne.
Di dîmenên ku di torên medyaya civakî de belav dibin de xuya dibe ku ji ber pêlên avê termên mirovan li peravan didin.
Rayedarên Mozambîkê ragihandin ku ew kesên di ferîbotê de bûne, ji ber şewba kolerayê direviyan.
Rayedar destnîşan dikin ku ferîbot ji bo veguhestina mirovan ne guncav bûye û herwiha barê wê jî zêde giran bûye.
Li gorî daneyên UNICEFê, ji Mijdara 2023yan ve li Mozambîkê 15 hezar kes bi kolerayê ketine û 32 kesan canê xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin